Tenzere, Kurmanciya Eledaxî û Giyadîniyan

Min ev nivîs çend berê di malpera Diyarnameyê de nivîsî hû. Îro jî dixwazim ji bo pîrozkirina cejna zimanê Kurdî û bîranîna Tenzere daynim li vir jî.

Wekî her bajarî li Agiriyê jî gelek kesên aqilberzekirî ango dîn hene.  Gelek ji van bi gotin û kirinên xwe navdar dibin. Yek  ji wan jî Tenzere bû...

Tenzere di wexta Derbeya 12'ê Rezberê de ji ber îşkence û lêdanê aqil berze dike. Her

çendî aqil diçe lê welatparêzî û şoreşgerî dimîne. Çimkî wexta derbe pêk tê Tenzere jî şoreşgerekî şertê xwe ye.

Rastiyekî Agiriyê heye. Gelê navendê her tim Eledaxî (gundên derûdorê çiyayê Eledaxê) Giyadîniyan biçûk dibînin û qerfê xwe bi wan dikin. Ya rastî qehr û zehmeta vî bajarî jî, di her alî de ev herdu herêm dikişînin.

Ev jî mijar û rastiyeke din e...

Em werin li ser meseleya xwe. Rojekî dibêjine Tenzere:

"Tenzere haya te jê heye Kenan Evren kurdî qedexe kiriye?"

Dibêje, "nabe ne mimkûn e. Ezê xeber bidim."

Dibêjinê, "li taxan, li nav kolanan jî qedexe ye." Tenzere dibêje, "Ezê di mal de biaxivim."

Dibêjin, ew jî nabe.

Ew jî dibê, "ezê di hundirê xwe de xeber bidim".

Ew dîsa dibêjin, nabe.

Wexta wisa dibêjin îman ji serê Tenzere diçe û wiha dibêje; "Temam em bêjin ez xeber nadim. Lê Giyadînî û Eledaxiyan? Ka Eledaxî û Giyadînî ji xeynî kurmancî çi k....min dizanin. Ka ew ê kîjan zimanî xeber bidin?"

Çavkanî: Apê min ê Fazil (Fazilê Mihê Kalê)

# YAZARIN DİĞER YAZILARI

Yazar İhsan Birgül - Mesaj Gönder

# van

göndermek için kutuyu işaretleyin

Yorum yazarak Kent04 Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Kent04 hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.

Haber ajansları tarafından servis edilen tüm haberler Kent04 editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Kent04 değil haberi geçen ajanstır.