Em bi gotineke pêşiyan destpê bikin.. Çi gotine pêşiyên me "serê here ber minneta bila here bin tehta" . Yanî şûna meriv bikeve bin minneta kesekê hema çi tê serê meriv bila were.
Bila ev gotin li ber destê me be...
Her neteweyek li gorî xeyset û edetên xwe li rûyê dinê ne. Netewe jî wekî mirovan xwediyê kevneşopî û kesayetan in. Neteweya Kurd ango milletê jî xwediyê feraset û qedirzanîneke mezin e..Qîmeta silaveke jî heta bi salan digire û xwe ji wan kesan re deyndar dibîne. Her dixwaze ji bin wê minnetê derê. Hîn siyasetmedar û rayedaran ev tişt baş fam kirine û dixwazin her gavê bi minnetên mezin an jî biçûk mirovan ji xwe re deyndar bikin. Ev tişt taybetî serdema hilbijartinan li welatê me zêdetir xuya dike.
Bila ev gotin jî li vir ber destan be...
Têkiliya dewletê ango hukumet û hemwelatiya dişibe ya bav û zarokan. Çawa li vê erdnîgariyê her bav bi çi awayî dibe bila bibe neçare ji bo debara zarokên hewl bide û bixebite erkdarên navendî û rêveberiyên heremî jî neçar in ji bo hemwelatiyên xwe xizmet û bidin kirin. Ji ber ku him li gorî pîvanên gerdûnî him jî li gorî destûra bingehîn ev maf dikeve li ser milê hukumet û rayedaran.
Vê gotinê jî li ber destên xwe bihêlin...
Desthilatî ango hukumet mecbûre rêyan çêbike, avê bîne, ceyranê girêde. Ev ne minneta wê ya li ser civakê ye, ev peywira wê ya esasï ye. Lê wekî me gotî cambazên siyasetê vî tiştî dikin minnet û dikutin çavên millet. Milletê Kurd yên dilovan û qedirza jî van kirinan wekî qencî û minnetekî dibînin û xwe deyndar dibînin. Ev tişt heman wextê kesayeta mirovan civaka bindest jî nîşan dide. Di civak û dewletên pêşketï de tu kes xizmeta ji bo hemwelatiyên xwe naxe minnet. Berovajiyê wê ji bo baştirin heyat bijîn xizmet û xebatan dikin.
Ev gotina jî bila bin destê we da be...
Gotina dawîn ango kevirê serê lodê; Ji bo kes me nexapîne divê zagonên ku têkiliya di navbera hemwelatiyan û dewletê de baş bikole û rêya xwe li gorî wê vebijêrin. Nexwe em ê pêş mirîşkekê ve gayekî bidin
Yorum yazarak Kent04 Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Kent04 hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.
Anadolu Ajansı (AA), İhlas Haber Ajansı (İHA), Demirören Haber Ajansı (DHA), Anka Haber Ajansı (ANKA) tarafından servis edilen tüm haberler Kent04 editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Kent04 değil haberi geçen ajanstır.
Şimdi oturum açın, her yorumda isim ve e.posta yazma zahmetinden kurtulun. Oturum açmak için bir hesabınız yoksa, oluşturmak için buraya tıklayın.
Yorum yazarak Kent04 Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Kent04 hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.
Anadolu Ajansı (AA), İhlas Haber Ajansı (İHA), Demirören Haber Ajansı (DHA), Anka Haber Ajansı (ANKA) tarafından servis edilen tüm haberler Kent04 editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Kent04 değil haberi geçen ajanstır.
Yorumlar
(5)İhsan Birgül - Kek Seyda Goyan û kek Bêwelat gelek spas dikim ji bo we herduyan ?
Nihat Öner - Siheta te xweş be mamoste. Ev nivîsa te bo min gelekî girîng e. Çapemaniya Agirîyê ya herêmî ya ku qala kurdan nedikir de îro qunciknivîseka bi Kurdî hatibe weşandin ev pêşketineke mezin e. Berdewî û sekeftinê dixwazim.
İhsan Birgül - Mamoste Nihat sihheta te xweştir. Tu sax bï. Rast e, zimanê vî bajarî Kurdî ye divê her bi Kurdî bimîne. Rêz û silav ji bo te
Seyda Goyan - Siheta te xweş. Go, yekî rovê xwe traş dikir û wê pûrtê heram dikir minet ser terkê xwe. Ê lawo tu paqijiya xwe dikî tu çima dikî minet ser wê çûçkê feqîr. Aha bila ev jî li vê derê li ber tenişta wan siyasetmedaran be
Bêwelat - Destên te sax bin kekê Îhsan.
Yazılan yorumlardan Kent04 hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz. Sitemizin Topluluk Kurallarına uymayan yorumlar yayınlanmaz. Yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz.